ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç got: "Bila tu kes ji bo 'gelo Pêvajoya Çaraseriyê bi dawî bû an berdewam dike' nekeve nav fikaran. Ji ber vê yekê em gelek caran bala xwe nadin dîroka ku rêxistin diyar dike. Em hikûmet in, em nikarin gefan li kesî bixwun. Heke dawî li pêvajoyê bê em dê vê ji gelê xwe re bibêjin."
Arinç piştî Lijneya Wezîran daxuyanî da û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Li ser pirsa rojnamegerek a "Gelo dawî li hevdîtinên MÎT-Îmraliyê hat an dewam dikin?" Arinç got ku ji bo me dawî li Pêvajoya Çareseriyê nehatiye, pêvajo berdewam dike û ji bo berdewam bike jî çi dikeve ser milên me, em cih tînin.
Arinç got "Pêvajoya Çareseriyê berdewam dike" lê ev nayê wê maneyê ku em li hemberî bûyerên şidetê bê deng bimînin.
Arinç wiha berdewam kir:
"Em saziyeke siyasî ne, em hikûmet in. Divê em her tiştî di çaçoveya zagonan de li gor rê û rêbazê bikin. Hin aliyên siyasî yên ku têkiliya wan bi Îmralî û Qendîlê re heye bûyerên ku li Tirkiyeyê pêk tên piştguh dikin. Wekî ku haya wan ji derd û kulên civakê nebe tevdigerin, heta niha ji wan tu kesî sersaxî neda gel, me nebîhîst ku ji wan yek derket sersaxî da gel. Eksê vê ev kes derdikevin hikûmetê sûcdar dikin, dibêjin ku hikûmetê hin tevdîr hildan...Yanî hikûmetê bi tewdîr hildanê sûcdar dikin. Dixwazin 'Sekreteriyek' ava bikin, dibêjin dê filan kes jî bêvan kes jî di nav de cih bigre, yekî din derdikeve dibêje 'Ocalan sermizakereker e.' Di van rojên wiha xesas de ku hê xwîna polêsên me, leşkerên me, çawîşên me yên pispor li erdê ye derdikevin qala 'Pêvajoya Çareseriyê' dikin. Heke ev mirov ev bûyerên ku di rojên dawîn de qewimîn piştguh bikin û ji bo avakirina sekreteryayê werin em ê qet rîyen wan nanêrin."
Arinç li ser pirsa rojnamegerek ya "Gelo nexşerêya Pêvajoya Çareseriyê dê bi gel re bê parvekirin an na?" wiha got:
"Ji bo me Pêvajoya Çareseriyê pir girîng e. Ev 30-40 salin ku pirsgirêka terorê heye û ev meseleya herî girîng a Tirkiyeyê ye. Divê ev bê çareserkirin. Çareserkirina vê pirsgirêkê ji bo Tirkiyeyê pir girîng e. Lewra ne tenê gelê herêmê di bin bandora terorê de ye, bandora vê pirsgirêkê li ser hemû gelê Tirkiyeyê ye. Tu partiyek siyasî nikare vê wezîfeya ku me hilda ser milên xwe hilde ser milên xwe. Vîna tu partiyek tune ye. Em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin dê ev mijar tenê li ser zar û zimanan nemîne, di parlementoyê de ev mesele dê bê çareserkirin. Heke pirsgirêka çareseriyê neyê temam kirin, ne em tenê dê hemû di bin de bimînin. Ji wî zatê li giravê dimîne (Abdullah Ocalan) bigrin heta siyasetmedar û hemû kesên bi terorê re eleqedarin dê di bin de bimînin. Ji bo vê em xesas tevdigerin."