ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç li avahiya nû ya Serokwezîriyê der barê mijarên ku di rojevê de ne civîna çapemeniyê li dar xist û der barê operasyona ku duh Serdozgeriya Îstanbûlê da dest pêkirin de got: "Em bi operasyoneke pir bi plan re rû bi rû ne"
Arinç diyar kir ku li cihekî ku lê qala gendeliyê tê kirin bila her kes bizanibe ku hikûmeta me ne alîgirê wê gendeliyê ye û tiştekî wisa jî nabe. Arinç lêpirsîna ku Serdozgeriya İstanbulê bi rêwe dibe "Operesyoneke bi plan" bi nav kir û got "Me bawer nedikir ku dê hin kes ewqas bêbextiyê bikin û êrişî mafên mirovan bikin lewra ev jî ji safîtiya me bû"
Arinç anî ziman ku dê hemberî wan operesyonan îradeyek xurt nîşan bidin û wiha got : "Tê gotin ku 14 meh berê guhdarîkirinên bi dizî dest pê kiriye. Lê li gor hin îdiayan jî 6 meh berê guhdarîkirin hatine birîn û ev operesyon bi zanayî ji van rojan re hiştine. Me tiştên nexweş bihîstin"
Em bi operasyoneke pir bi plan re rû bi rû ne
Arinç dest nîşan kir ku bi operasyoneke pir bi plan re rû bi rû man e û wiha dewam kir: "Ez dikarim bibêjim ku em bi operasyoneke pir bi plan re rû bi rû ne. Gelo armanca vê çiye? Dibe ku hikûmeta me bê îtibar bikin. Em wek hikûmetê jî nizanin ku di dosyayê de çi henin. Ji ber vê jî ne raste ku em der barê mijarê de şîrove bikin lewra ev ne li gor hiqûqê ye jî"