ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Macaristanê Vîctor Orban re li Avahiya Navenda Serokwezîriyê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokwezîr di civînê de pirsên rojnamevanan jî bersivandin û der barê operasyonên gendeliyê yên ku li Îstanbûlê hatin kirin de jî got: "14 mehan guhdarî tên kirin û ev yek ji kesên ku berpirsyarên wan in re nayê gotin û ji wan tê veşartin. Ev jî nîşan dide ku endazyariya di vê mijarê de ne ji bo eşkerekirina gendeliyê ye, ev xebateke siyasî ye. Ji armancan yek jî zirardayîna bankeyan e. Ev tişt jî balkêş e. Kesên ku li Tirkiyeyê piştgiriyê didin wan hene, piştgirên wan ên navneteweyî hene. Tespîtên me û texmînên me yên der barê wan de hene. Mixabin li Tirkiyeyê jî alîgirên wan hene û di nav dewletê de wek dewletekê gavan diavêjin. Lê bila bizanin ku em ê teqez vê birêxistinbûnê derxin meydanê. Kurê bavê me be jî em qebûl nakin. Viya bû, wiya bû ew me eleqedar nake, tiştê ku me eleqedar dike bekaya gelê me ye.
Ya hewce çi be, emê wê bikin. Hevalên me yên wezîr û malbatên wan jî tevlî vî karî kirine, niha xesasiyeta wan û gavên ku em ê biavêjin jî li meydanê ne. Ev fikra min e dema ku çi hewce bike em ê di navbera xwe de rûnên û li gor wê jî biryarê bidin."
-Guhertinên di ewlekariyê de
Erdogan li ser guhertinên ku di ewlekariyê de hatin kirin jî sekinî û wiha dewam kir: "Guhertinên ku di ewlekariyê de hatin kirin ji ber xerab bikaranîna wezîfeyê pêk hatin, lewra ev teqdîra waliyên me ne. Ew xwediyê vî mafî ne. Ev tişt dibe ku li gelek bajarên din jî biqewimin. Min got ya li kê derê tiştekî wiha hebe di serî de waliyên me, Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê û Wezareta Karên Navxweyî çi hewce bike dê bikin. Lewra ji vî karî tê fehmkirin ku ev tiştên hanê endazyariyeke siyasî ye. Em ê destûrê nedin endazyariyeke wiha. Lewra hekê tu kesî tuneye ku pêşeroja vî welatî tarî bike."