SILÊMANIYE
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş û heyeta ku pê re ye hatin Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF).
Hat diyarkirin ku BDP li ser deweta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatiye herêmê û heyeta BDPê jî dê nava rojê bi Berpirsyarê Têkiliyên Derveyê YNKê Mele Bextiyar re hevdîtinê bike.
Parlementera Qersê Mulkiye Bîrtane û Parlementerê Wanê Nazmî Gur jî bi Selahattîn Demîrtaş re hatin Silêmaniyeyê. Hat destnîşankirin ku BDP di hevdîtina xwe ya îro de dê rûdanên herêmê û nelihevkirina di navbera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bê nirxandin.
Wisa tê texmînkirin ku piştî hevdîtinan heyeta BDPê dê bi Serokê KCKê Cemîl Bayik re jî hevdîtinê bike.