ANKARA
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag nivîsek şand Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (HSYK), hişyarî da û diyar ku daxuyaniyên li ser navê lijneyê tenê Wezîrê Dadê yê ku serokê lijneyê ye dikare bide.
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di nivîsa "nûkirina dewrkirina erkê" de, destnîşan kir ku erka birêvebirin û temsîlkirina lijneyê tenê di destê serokê lijneyê de ye. Daxuyaniyên der barê lijneyê de bên dayîn, dê ji aliyê serok ve bên dayîn.