TBMM
Parlamenterê AK Partiyê yê Îzmirê Erdal Kalkan ji partiya xwe îstifa kir. Kalkan îdia kir ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di bin navê vekirinên giştî de bi derfetên dewletê civînên siyasî li dar dixe û bi eşkere hiqûq û saziyên hiqûqê ji xwe re dike hedef û êrîş dike. Kalkan di berdewamiyê de wiha got:
"Ev ne tenê di dîroka Tirkiyeyê de, di dîroka dinyayê de skandaleke mezin e."
Erdal Kalkan li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û îstifaya xwe diyar kir.