Türkan Tosun
21 Nîsan 2019•Rojanekirin: 21 Nîsan 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ez êrîşên terorê yên li Srî Lankayê bi tundî şermezar dikim. Ev êrîş li hemberî mirovahiyê hatiye kirin."
Serokomar Erdogan ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê êrîşên li Srî Lankayê pêk hatin da wiha got: "Ev êrîşa hovane careke din nîşan dide ku li hemberî her cure terorê divê bibiryar têkoşîn bê kirin. Li dijî terora ku dijminê hevpar ê mirovahî û aştiya kurewî ye, ez dibêjim ku em ê bi Srî Lankayê ra di nav piştevaniyê da bin."