Türkan Tosun
21 Nîsan 2019•Rojanekirin: 22 Nîsan 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu êrîşên terorê yên li Srî Lankayê yên ku di dêr û otelên da hatin kirin, şermezar kir.
Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê bûyerê da peyamek weşand.
Wezîr Çavuşoglu wiha got: "Ez êrîşên terorê yên li Srî Lankayê yên dema Cejna Paskalyayê di dêr û otelan da merivên bêguneh hedef digrin, şermezar dikim."
Li Srî Lankayê sê dêrên li Kochchîkade, Negombo û Battîcaloakuyê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û otelên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Colomboyê teqîn çêbûn, 129 kes mirin û ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûn.