İbrahim Atmaca
02 Gulan 2019•Rojanekirin: 02 Gulan 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê geşedanên li Venezuelayê da got: "Em dijî derbe û midaxaleyên eskerî ne. Bi rêya diyalog û tevkariyê pirsgirêk tên çareserkirin."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got ku Serokê Amerîkayê Trump wê di hezîranê da li Ewropayê be, xwest ku mehek şûnda Tirkiyeyê ziyaret bike.
Wezîr Çavuşoglu ji bo axaftina bi têlefonê ya ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump kiribûn da jî wiha pê da çû: "Di axaftina herî dawîn a bi têlefonê da li ser hemû mijaran sekinîn û erênî derbas bû"