2017 ж. 28 ақпан•Rojanekirin: 2017 ж. 01 наурыз
OSMANIYE
Nivîskar Yaşar Kemal di duyemîn salvegera mirina xwe de li Hemîteya gundê Osmaniyeyê hat bibîranîn.
Bi tevkariya Komeleya Helbestvan û Nivîskaran ya Osmaniyeyê (OŞYAD) û Komeleya Çandê ya Çûkûrovayê ya Yaşar Kemal li gundê Hemîteyê bernameya bibîranînê hat lidarxistin.
Destpêka bernameyê de helbestên Yaşar Kemal hatin xwendin.
Serokê Komeleya Çandê ya Çûkûrovayê ya Yaşar Kemal Mehmet Ozer li vir axivî. Ozer gotina Yaşar Kemal a "Bila her gund gundê min be" bibîrxist û wiha xeberda: "Me ji bo nivîskarê ku li gundê me jidayikbûye, li gundê me mezin bûye û bi qasî canê xwe ji Çûkûrovayê hez dike, bernameyek bibîranînê li dar xist."