21 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
OSMANİYE
Li Osmaniyeyê 3 guleyên hawanê ketin qadeke vala ya li qişleya eskerî û kuçeyekê. Di bûyerê da kes nemir û birîndar nebû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan 3 guleyên hawanê ketin qada vala ya li Qişleya Şehîd Piyade Albay Halîl Îbrahîm Karaoglanoglu digel kuçe û ser dîwarê baxçeyê maleke Taxa Gebeliyê. Hat diyarkirin ku nayê zanîn gule ji kîjan alî va hat û kî ew avêtin.
Di bûyera ku di encamê da kes nemir û birîndar nebû da paceyên hin malan şikiyan û tirimbêlek şewitî. Bi alîkariya welatiyan agirê tirimbêlê hat vemirandin. Davut Yuzugulduyê xwediyê tirimbêlê got ku ew bi dengê teqînê va derketiye kuçê û dîtiye ku tirimbêla wî dişewite û bi alîkariya şêniyên taxê agir vemirandiye.
Lêkolînên derbarê bûyerê da berdewam dikin.