Ji meteorolojiyê bo hin deverên welêt hişyariya taviyê
Ankara
Sibê li peravên Rojhilatê Behra Reş, der û dorên Osmaniye, Artvîn û Erdexanê û qismê Navîn û Rojhilatê Torosên Behra Spî, rojavayê Qehremanmeraşê û peravên Hatayê tavî û taviya bibirqetav tê payîn.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê di daxuyaniya weşand da ragihand ku sibê wê bakur û nav welêt wê ewrayî be û Rojhilatê Behra Spî jî ewrayî û pir ewrayî be.
Wisa tê payîn ku sibê li peravên Rojhilatê Behra Reş, der û dorên Osmaniye, Artvîn û Erdexanê û qismê Navîn û Rojhilatê Torosên Behra Spî, rojavayê Qehremanmeraşê û peravên Hatayê tavî û taviya bibirqetav hebe.
Deverên din jî wê kêm ewrayî û sayî bin.