ÎSTANBÛL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan der barê geşedanên dawîn de bi rojnamevan û nivîskaran re hate bal hev.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di destpêka civînê de axivî. Erdogan di axaftina xwe de wiha got: "Ev operasyona ku di bin navê gendeliyê de hat kirin, di rastiyê de ne operasyoneke normal e, operasyoneke piralî ye û bi hiqûqê re ne têkildar e. Di vê bûyerê de tişta bi xêr bû ku gelê me bi dewleta paralel hesiya û dîtin ku çawa dixwazin dewletê bikin nav lepên xwe. Bi ya min di vê pêvajoyê de tişta xêrê ev bû."
Serokwezîr Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Di vê pêvajoyê de xwestin ku li Tirkiyeyê derbeya dadgehê pêk bînin. Me ev dît. Xwestin serdestiyê ji destê gel bigrin û bidin dadgehê. Em li dijî vê derketin û em ê tim derkevin jî. Cardin dubare dikim, li Tirkiyeyê hikûmet tenê bi hilbijartinê tên û bi hilbijartinê ve jî diçin. Ji bilî îradeya gel tu îradeyeke din nikare hikûmetê biguherîne."