03 Sibat 2016•Rojanekirin: 09 Sibat 2016
ANTALYA
Keçên ji tîma Hakkarîgucuyê ya Lîga 2yemîn a Jinan ku ji ber kêmasiya derfetan nekarîn kampa xwe ya nav heyamê bikin, bi alîkariya Waliyê Antalyayê Muammer Turker ku berê Waliyê Hekariyê bû, li Belekê di otolekê da dikin.
Antrenora tîmê û kaptana tîmê Cemile Tîmurê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku tîma Hakkarîgucuyê 8 sal in di lîga jinan da dilîze.
Tîmurê diyar kir ku 2 sal e di lîga 2yemîn da ne û got ku heyamên berê jî di lîgên herêmî û 3yemîn da lîstine.
Tîmurê diyar kir ku beşa jinan beşeke dijawar e û wiha xeberda: "Lewna fitbola jinan li Tirkiyeyê teze pêş dikeve. Em jî wek Hakkarîgucuyê di nav şert û mercên kêm da xebatên xwe berdewam dikin. Kêmasiya me ya herî mezin kêmasiya tesîsan e. Li Hekariyê qada me tuneye. Me xwest di nav heyamê da ji bo 10 rojan bikevin kampê, lê derfetên me çênebûn. Waliyê me yê berê Muammer Turker ji bo kampê alîkariya me kir."
Tîmurê destnîşan kir ku dixwazin derkevin lîga 1emîn û wiha got: "Sala par em cara ewil di lîga 2yemîn da lîstin."
Tîmurê diyar kir ku bi 8 kesan tîm û qilûbê ava kirine û wiha got: "Piştî ku serketin çêbûn 3 sal li ser hev em bûm şampiyon û ji bo Hakkarîgucuyê eleqeyeke mezin çêbû. Niha tîma me ya Ayê bi kesên 15 û yên ji 17 salî biçûktir di lîgan da dilîzin. Hejmara fitbolîstên me qederê 100 kesî ye."