Türkan Tosun
18 Adar 2021•Rojanekirin: 24 Adar 2021
Xelfetiya navçeya Rihayê ya ku bi saya Gola Bendavê ya Bîrecîkê bûye wek bajarekî qeraxê bi xweza û dîroka xwe va gelek ziyaretvanan diezimîne û di sezona nû da bendê ye ku hejmara turîstan zêde bibe.
Xelfetiya ku beşeke wê di binê ava Bendava Bîrecîkê da maye û ji ber taybetiya wê ya aram, bi destê Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Cittaslowê sala 2013an li tora "bajarê aram" hat zêdekirin, bi hatina biharê ra hê xweştir bû.
Navçeya ku bi malên kevir ên dîrokî û bedewiyên xwezayî va wekî "bihuşta veşartî" ya Başûrê Rojhilatê tê binavkirin, bala turîstan dikişîne.
Kesên tên Xelfetiyê keştiyê siwar dibin di nav Gundê Savaşanê ya di binê avê da maye digerin.
Turîst Rumkaleyê û Mizgefta Mezin a qismekî wê di bin avê da maye dibînin, gula reş a ku li dinyayê bi tenê li vê navçeyê digihêje jî bêhn dikin.
Par ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kêm turîst hatin navçeyê, niha ew di nav herêmên rîsk lê kêm da ye û ji ber vê di dawiya hefteyê da turîst tên bêhna xwe li vir didin.
- Turîzmê dest pê kir
Şaredarê Xelfetiyê Şeref Albayrak ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand navçe yek ji wan navendên turîzmê yên girîng ê Başûrê Rojhilatê ye û wiha got: "Ji ber Kovîd-19ê par hejmara turîstan kêm bû, lê niha ji ber ku qedexeya derketina derva ya di dawiya hefteyê da hat betalkirin meriv dîsa tên ziyareta navçeyê."
- "Her roj bêtir bi nav û deng dibe"
Albayrak got li navçeyê ew guh didin tevdîrên Kovîd-19ê û wiha axivî: "Armanca me ya sereke ew e ku em mazûvaniya milyonek turîstî bikin. Lê helbet rewşa şewbê ne diyar e, lê armanca me her tim milyonek turîst e. Lewra Xelfetî li cihekî wisa ye ku turîstên tên tura GAPê dikin, tên Gobeklîtepeya Rihayê, Entabê û Adiyemanê dikarin rehetî bên vir jî. Bi veberhênanên di salên dawîn da hatin kirin va binesaziya turîzmê ya Xelfetiyê xurttir bû û ew her ku diçe bêtir bi nav û deng dibe."