Nihat Kavşut
18 Adar 2021•Rojanekirin: 18 Adar 2021
Di îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind da hat destnîşankirin HDP bûye navenda çalakiyên dijî yekîtiya dewletê
WPN: "Yek jê endamê PKK/YPGya rêxistina terorê 5 kesên dixwestin ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin li Mêrdîn/Qiziltepeyê hatin qefaltin."
Ji îdianameyê: "Esas di navbera HDP û PKK/KCKyê da ferq tuneye. HDP mîna şaxa siyasî ya PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar e."
Di îdianameyê da hat destnîşankirin ji bona yekîtiya Tirkiyeyê û ewlehî û hizûra civakê ji binî girtina HDPyê mecbûriyeteke hiqûqî ye.
Di îdianameyê da hat diyarkirin HDP di mijara peydakirina endaman ya ji bona PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar da çalak bûye.
Ji îdianameyê: "Partiya doz lê hatiye vekirin di tu mijareke neteweyî da li cem Tirkiyeyê cî negirtiye û kî li dijî Tirkiyeyê be terefê wan girtiye."
Di îdianameyê da hat xwestin alîkariya xezîneyê ya bidin HDPyê bi temamî bê birîn.
Di îdianameyê da di nav kesên ji bona wan qedexeya siyasetê tê xwestin da Selahattîn Demirtaş, Pervîn Buldan, Mîthat Sancar, Sezaî Temellî û Sirri Sureyya Onder jî hene.
Ji îdianameyê: "Di kongreyên HDPyê da propagandaya rêxistinê hatiye kirin, ji bona terorîstan rêz girtine û mîna 'kongreyên PKKyê' çêdibin."
Ji îdianameyê: "HDP bi eşkereyî piştgirîdayîna PKK/KCKyê wêdetir mîna şaxeke wê tevgeriyaye."