02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Serokê Şaredariya Xelfetiya navçeya Şanliurfayê Mustafa Bayramê DBPyî di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da hat binçavkirin.
Ekîba polêsan di çarçoveya jêpirsîna terorê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê birêve dibe da hatin avahiya şaredariyê û li şax û odeyan mêze kirin.
Ji polêsan qismekî ode, wesayît û amûrên şaredariyê kontrol kirin û qismekî jî li derva tewdîrên ewlehiyê hilda. Polêsan ji bo mêzekirinê dest danîn ser hin belge û qaseyên compîteran.
Serokê Şaredariya Xelfetiyê Mustafa Bayram jî hat binçavkirin û di çarçoveya operasyonê da ji bo 24 kesên din jî biryara binçavkirinê heye.