Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emîne Ayna ji bo ku beşdarî kongreya asayî ya 3yemîn a partiya xwe bibe hat Batmanê.
Ji xeynî Aynayê Parlementera Batmanê ya HDPyê Ayla Akat Ata, Serokê Şaredariya Batmanê Sabrî Ozdemir û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî kongreyê bûn.
Ayna li vir axivî û got ku em naxwazin ji maseya pêvajoya çareseriyê şer derkeve.
Aynayê destnîşan kir ku dixwazin ji pêvajoya çareseriyê aştî derkeve û wiha got: "Du tişt hene. Yan wê ji meseyê aştî derkeve yan jî şer derkeve. Wekî din rê tuneye. Em dixwazin ji maseyê aştî derkeve û ew masê neqelibe."