ÎSTANBUL
Merasîm li Eywana Kongre û Pêşengehê ya Lutfî Kirdar hat lidarxistin û bi helbestên Hayko Cepkîn û Koroya Cazê ya Bogazîçîyê dest pê kir.
Di merasîmê de Tîmothy Garton Ash, Îsmaîl Beşîkçî, Rakel Dînk, Costa Gavras, Nîlufer Gole, Alexander Iskandaryan, Etyen Mahçûpyan û li ser nevê Komîteya Xelatê ya Weqfa Hrant Dînk Ayşe Kadioglû axiftin kirin.
Yên axaftin kirin hemûyan jî diyar kir ku her çiqas di rêya demokrasiyê de bedêlên mezin hatibin dayîn jî, eynê wekî Hîrant Dînk ji tu tiştî natirsin û Hîrant Dînk bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Piştî axiftinan xelat hat dayîn. Xelata îsal dan "Dayikên Şemiyê" û civaknas Natasa Kandîc.
Xelat ji aliyê komîteyeke navneteweyî tê dayîn.