BİNGÖL
Projeya veguherîna bajarî ji aliyê Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) ve tê meşandin. TOKÎ û şaredariya Bîngolê jî di çerçoveya vê projeyê de li Bîngolê dest bi çêkirina avahiyan kirin. Avahiyên nû di şûna avahiyên ku di sala 1972an de li taxa Înonuyê ji bo mexdurên erhejê hatibûn çêkirin dê bên avakirin.
Şaredarê Bîngolê Serdar Atalay diyar kir ku TOKÎyê 15 roj berê dest bi xebatan kir û wiha dewam kir: "Di çerçoveya veguherîna bajarî de avahiyên ku dê ji nû ve bên çêkirin, ji bo me kêfxweşî ye. Ev avahiyên afatê bi salan bû ku hatibûn terikandin. Êdî ew avahiyên 3 qatî yên hilweşiyayî dê ji holê rabin û li şûna wan avahiyên nû bilind bibin. Ev jî ji bo bajarê me avantaj e."
Atalay dest nîşan kir ku ji xeynî vê projeyê dê hin dibistan, termînala bajêr, mizgeft û hin avahiyên fermî jî bên nûkirin.