Elif Orhan
20 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Hatiye tespîtkirin ku îro ber bi êvarê hin hêzên milîsên şiî yên wir bi hin pîkaban ber bi Efrînê ve çûne. Lê bel pişt re bi gulebarana topavêj mecbûr man ku paş de vegerin û ew dosya jî bi wî awayî niha hatiye girtin."
Erdogan û Serokomarê Makedonyayê Gyorge Îvanov piştî hevdîtinên ku rû bi rû û nav heyetan kirin li Kulliyeya Serokomariyê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Erdogan got ji ber ku Îvanov û heyeta wî li Tirkiyeyê ezimandin kêfxweş in û qal kir ku ziyareta Îvanov nîşaneyeke girîng a hestên biratî û têkiliyên qedîm ên di nav Tirkiye û Makedonyayê de ye.
Erdogan diyar kir ku ji hemû aliyan ve li ser têkiliyên di navbera her du welatan de sekinîn û derfetên hevkariya potansiyel nirxandin û hevdîtinên nav heyetan kirin.
- Têkoşîna dijî FETO
Serokomar Erdogan wiha axivî: "Makedonya bi Birêz Serokomarê xwe re nîşan da ku di zêdekirina hevkariya me ya di mijara têkoşîna dijî terorê de biryardar e. FETO ji bo Tirkiye û Makedonyayê tehdîdeke mezin e. Em biryardar in ku koka vê rêxistinê li her derê dinyayê biqelînin. Tabiî Makedonya jî yek ji wan welatan e ku FETO lê bi cî bûye. Di vê çarçoveyê de em birastî jî dixwazin ku pêngavên berbiçav ên ku dê Makedonya di mijara têkoşîna dijî FETO de biavêje bibînin. Îro dostê min ê biqîmet pêngavên dikarin ku di vê mijarê de biavêjin bi awayekî gelekî eşkere bi me re parve kir. Emê îneşallah bi piştgiriya dostên xwe FETOya rêxistina terorê ji erdnîgariya Balqanan derxînin û biavêjin."
Erdogan got Tirkiyeyê ji roja ku Komara Makedonyayê serxwebûna xwe îlan kir vir ve bi awayekî biryardar û xurt piştgirî didinê û got ku "Em bûn welatê ewilîn ku navê makezagonî nas kir û bi nasnameya neteweyî ev nas kir û balyoz tayîn kir û helwesta xwe bi awayekî eşkere nîşan da."
Erdogan bal kişand ku li Makedonyaya ku neynika erdnîgariya Balqanan e parastina aramî û aştiyê ji bo herêmê mînakeke baş e û wiha axivî: "Em hêvî dikin ku der barê pirsgirêka navê ya Makedonyayê ya bi Yewnanistanê re de bi vîna xwe yê dualî vê pirsgirêkê çareser bikin."
- "Pirsgirêka navê ya di navbera Yewnanistan û Makedonyayê de
Erdogan pişt re bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de da û rojnamevanekî Makedonî got ku di pirsgirêka navê ya di navbera Yewnanistan û Makedonyayê de Tirkiye xwedî helwesteke biprensîb e û got ku gelo ev helwest dê dewam bike yan na. Erdogan li ser vê yekê got ku "Di vir de tu dudilî tunin. Jixwe em bûn welatê ewilîn ku navê makezagonî nas kir. Em îro li ku bin emê ji niha pê ve jî li heman cihê bin. Tirkiyeyê di dîplomasiyê de tu carî helwesteke dudilî nîşan nedaye. Em piştî ku biryara xwe didin êdî dimirin, em car din ji wir venagerin."
- "Dê bedêla wê gelekî giran bidin"
Nûçeyên dibêjin ku midaxaleyî komên terorîst ên alîgirên rejimê yên hewl didin ku ber bi Efrînê ve pêş bikevin hat kirin hatin bibîrxistin û pirsa "Rewşa li sehayê çi ye? Gelo ev mijar duh bi hevdîtina we ya duh a bi Rûhanî re de hat rojevê yan na?" Erdogan got ku "Hatiye tespîtkirin ku îro ber bi êvarê hin hêzên milîsên şiî yên wir bi hin pîkapan ber bi Efrînê ve çûne. Lê bel pişt re bi gulebarana topavêj mecbûr man ku paş de vegerin û ew dosya jî bi wî awayî niha hatiye girtin. Di hevdîtinên ku me duh hem bi Birêz Pûtîn hem jî bi Birêz Rûhanî kirin de jixwe di van mijaran de mutebaqata me heye. Mixabin hûn dizanin ku pêngavên ku ev rêxistinên terorê bi biryarên ku carna dîstinên diavêjin şaş in. Tabiî ne mimkûn e ku em firsendê bidin van. Wê bedêla vê yekê gelekî giran bidin."