"Wek dewlet em li cem dayîkên Diyarbekirê ne"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê dayîkên li Diyarbekirê ji bona zarokên wan yên revandine çiyê çalakiya rûniştinê dikin da wiha got: "Wek dewlet em bi we ra ne, bira qet gumana we çênebe, em ê vê pêvajoyê teqîb bikin."
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê dayîkên li Diyarbekirê ji bona zarokên wan yên revandine çiyê çalakiya rûniştinê dikin da wiha got: "Wek dewlet em bi we ra ne, bira qet gumana we çênebe, em ê vê pêvajoyê teqîb bikin."
Erdogan nimêja înê li Mizgefta Dolmabahçe Bezm-î Alem Valîde Sultanê kir û piştî nimêjê pirsên rojnamevanan yên der barê rojevê da bersivand.
Serokomar Erdogan der barê êrîşa terorê ya li Diyarbekirê da diyar kir çi dibe bira bibe wê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: "Di dawiyê da bawer dikim ku Dewleta Komara Tirkiyeyê tevî hêzên ewlehiyê, artêş û cendirmeyên xwe wê ji vî karî serkeftî derkeve."
Erdogan ji bona pirsa der barê dayîkên li Diyarbekirê ji bona zarokên wan yên revandine çiyê çalakiya rûniştinê dikin da wiha got: "Wek dewlet em bi we ra ne, bira qet gumana we çênebe, em ê vê pêvajoyê teqîb bikin."
Serokomar Erdogan diyar kir helwesta van dayîkan bûyereke ji rêzê nîne û wiha axivî: "Li vir dayîkên ku canê wan êşiyaye hene. Êşa ewladan çi ye dayîk baş dizanin. Heger pêşî li ber bihata vekirin ne 28 malbat filan û bêvan wê bi hezaran malbat li wir bûna."
Serokomar Erdogan ji bona civîna sêalî ya Rûsya û Îran jî beşdar dibin da peyivî: "Bi vê civîna ku em ê li Enqereyê bikin bi piranî em ê li ser geşedanên li Îdlibê diqewimin biaxivin. Di geşedanên li Îdlibê da tevî ciyên çavdêriyê em ê geşedan û şerê dijî rêxistinên terorê binirxînin û vê pêvajoyê bidomînin."
Erdogan der barê xebatên bi Amerîkayê ra li rojhilatê Feratê tên kirin da wiha got: "Vê gavê firokeyên me bi hev ra ji hêla lojîstîk va operasyona esmanî dikin. Di vir da helwesta Amerîkayê ya dijî PYD/YPGya rêxistina terorê ji bona me girîng e. Helwesta ku em dixwazin heye? Vê gavê helwesta ku em dixwazin tuneye."