16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2016
MÊRDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, terorîstên PKKyî bi roketavêj û çekên lûledirêj êrîşê wesayîta polêsan kir. Hêzên ewlekariyê ji bo girtina wan terorîstên êrîşker dest bi xebatê kirin.
Li gorî agahiyên bidestketî, li Taxa Abdulkadîrpaşaya Nisêbînê, nêzîkî Nexweşxaneya Dewletê ya kevn, endamên PKKya rêxistina terorê, di dema derbasbûna kerwana wesayîtên polêsan yên zirxkirî da, bi roketavêj û çekên lûledirêj êrîş li dar xistin.
Di êrîşa ku kuştî yan birîndar çênebûn da, polêsan bersiv da êrîşê û terorîst reviyan.
Ji bo girtina terorîstan xebat hatin destpêkirin.