26 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2019
Sîlahên di nav wan da tankşikên, tivingên nîşangiriyê û amûrên pê bombeyan çêdikin jî hene ên di çarçoveya Herekata Pencikê da hatibûn girtin hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî, di Herekata Pencikê ya bi serkeftî dewam dike da şikefteke bi destê terorîstan tê bikaranîn hat tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di şikeftê da AT4a tankşikên, Zagros û Dragunov a sîlaha nîşangiriyê, HK-33ya tivinga piyadeyan, 3 AK-47a tivingên piyadeyan, 2 BKCya tivinga bimakîne, dûrbîna termal, dûrbîna Dragunov, Yaessuya bêtêl a mezin (qaşo bi destê serokan tê bikaranîn) cebilxane û amûrên pê bombeyan çêdikin û dokumanên rêxistinê hatin girtin.
Li nêzî şikeftê bîdonên 100 lîtreyî yên tê da amûrên tenduristiyê hene û hatine binaxkirin û xurekê hazir hat dîtin.
Amûrên hatin girtin bi destê qomandoyan hatin îmhekirin.