Fırat Taşdemir
24 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2025
Şeva Rexaibê ya ku sembola destpêka sêmehan e ku di alema Îslamê da rehmet û bereketa wan zêde ne tê qebûlkirin, wê sibê bê îdrakkirin.
Meha Recebê ji sêmehên pîroz meha ewil e ku ji bo alema Îslamê gelekî giring in.
Şeva Rexaibê jî di vê mehê da şeva pêncşema yekem a ku bi înê va tê girêdan û wekî "şeva rehmet û bereketê" tê hesibandin.
Peyva "rexaibê" di ferhengê da tê wateya "tişta ku tê xwestin, bexşandina zêde û hêja".
Di edebiyata hedîs û fiqhê da jî rexaib tê wateya "xêra zêde, xelat, emelê baş".
Pisporê Lijneya Bilind a Karûbarên Dînî Omer Tîryakî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di Qur'ana Pîroz da ji mehên ku tê da şer hatiye qedexekirin jê yek jî Receb e.
Tîryakî anî ziman ku Pêxember di meha Recebê da bêyî ku rojan diyar bike rojî girtiye û wiha axivî: "Sêmehên ku bi Şeva Rexaibê va dest pê dikin, bi rehmeta Remezanê va digihîjin kemalê. Ji bo ku meriv ji vê demê zêdetir sûdê werbigire, îbadetên birêkûpêk, fikirandina bi hişmendî, hesasiyeta exlaqî û hevgirtina civakî ya zêdetir hewce dike."