2016 ж. 14 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 15 наурыз
ANKARA
Sererkaniyê ragihand, li bakurê Iraqê 18 hedefên rêxistina terorê ya cudaxwaz yên li herêmên Qendîl û Garayê bi harekata esmanî va hatin îmhakirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn, li bakurê Iraqê piştî keşîfan li herêmên Qendîl û Garayê hedefên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin tesbîtkirin û harekata esmanî li ser van herêman hat kirin.
Neh F16 û du F-4 2020 jetên şer beşdarî harekatê bûn û depoya muhîmmatê ya rêxistina terorê ya cudaxwaz, parêzgeh û spartgeh di saet 03.20 û 05.30î da hatin îmhakirin.
Jetan 30 caran bombe reşandin ser 18 hedefên tesbîtkirî û cihên rêxistina terorê ya cudaxwaz bi temamî hatin îmhakirin.