Li ser enqaza jeta ku Sererkanê Libyayê General Hedad tê de bû ket, xebat didomin
Ankara
Wezîrê Karê Navxweyî Alî Yerlîkaya derbarê balafira ku dema heyeta eskerî ya Libyayê vediguhast ket xwarê daxuyand, "Di encama xebatên li cihê bûyerê da, saet 02:45an de tomarkera deng a balafirê û saet 03:20an de jî qutiya reş li herêma enqazê hatin dîtin. Pêvajoyên lêkolîn û nirxandina van ji aliyê saziyên peywendîdar va hatine destpêkirin."
Yerlikaya serdana navenda kordînasyona mobîl a AFADê ya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya li cihê enqaza jeta taybet a ku li navçeya Haymana ya Enqerê dema ku heyeta eskerî ya Libyayî vediguhast ket xwarê, kir û ji rayedaran agahî wergirt.
Yerlikaya piştî wê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir balafira taybet a cureyê Falcon-50 ku tevî Sererkanê Libyayê General Muhammed Elî Hedad, 5 endamên şandeya Libyayê û 3 endamên ekîbê, bi tevahî 8 kes tê da hebûn ku duhê êvarê saet 20.10an da ji Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê rabû û ber bi Trablusê va diçû, saet 8:32an da ji wan ra hat ragihandin ku ji ber erîzeyeke teknîkî ewê vegere.
Wezîr Yerlikaya diyar kir ku duh êvarê saet 8:52an da li nêzî navçeya Haymana têkiliya bi balafirê re qut bûye û lêkolînên destpêkê yên tîmên cendermeyan ên ku derdora saet 22:00an gihîştin cihê bûyerê, gihîştine perçeyên balafirê.
Yerlikaya diyar kir ku piştî qezayê ji bo lêkolîn û operasyonên li cihê bûyerê bi tevahî 408 personel, 103 wesayîtên bejayî û 7 balafir sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Wezîr Yerlîkaya destnîşan kir ku qada enqazê devereke bi qasî 3 kîlometreçarçikî digire nav xwe û got, "Di encama xebatên ku li cihê bûyerê ji aliyê ekîbên Navenda Lêkolîna Ewlehiya Veguhestinê ya Wezareta Veguhastin û Binesaziyê va hatine kirin da, tomarkera deng a balafirê di saet 02:45an de û qutiya reş jî di saet 03:20an de li herêma enqazê hatin dîtin. Pêvajoyên lêkolîn û nirxandina van ji aliyê saziyên peywendîdar va hatine destpêkirin."
Yerlîkaya bi bîr xist ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsînek li ser bûyerê daye destpêkirin û çar dozgerên giştî, di bin hemhengiya wekîlserokê dozger da, ji bo lêpirsînê hatine erkdarkirin û got, "Erka me ya herî giring ew e ku em vê mijarê zelal bikin û ronî bikin. Wekî dewletek, em bi biryar in ku vê bikin. Sedema vê yekê dê di zûtirîn dem da were eşkerekirin û emê vê yekê bi we, miletê xwe yê hêja û tevahiya cîhanê ra parva bikin."
Wezîr Yerlikaya diyar kir ku ew ê agahiyên nû bi raya giştî ra parve bikin dema ku ew peyda bibin û şandeya Libyayê ya ku gihîştiye Enqereyê jî dê beşdarî lêkolînan bibe.

- Heyeta eskerî ya Libyayê li ser enqazê jeta ket xwarê vekolîn pêk anî
Heyeteke eskerî ya ji Libyayê hat, li ser enqazê jeta taybet a Sererkanê Libyayê Orgeneral Mihemed Elî Ehmed Heddad, 4 kesên pê ra û 3 miretebat tê da bûn, vekolîn pêk anî.
Peywirdarên eskerî yên piştî qezayê hatin peywirdarkirin, bi rêya asîmanî hatin Enqereyê.
Heyeta ku li vir ji hêla peywirdarên Wezareta Parastina Neteweyî hat pêşwazîkirin, bi mînîbusa sivîl derbasî gundê Kesîkkavakê yê Haymanaya navçeya Enqereyê bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
