ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdoğan û Serokdewletê Tirkmenistanê Gûrbangûlî Berdîmûhamedovê ku ji bo hin hevdîtinên fermî bike hat Tirkiyeyê, hatin bal hev. Piştî hevdîtinê li Qesra Serokomariyê civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku hevkariya vejen û ragihandinê ya di navbera Tirkiye û Tirkmenistanê de, têkiliyên her du dewletan ji hêla stratejîk ve xurttir dike û wiha dewam kir: "Me di hevdîtinê de firk û ramanên xwe yên li ser sewqkirina xaza Tirkmena parve kir. Me got ku bila xazê bi rêya Tirkiyeyê bişînin bazarên Ewropayê. Me cardin dît ku di vê mijara krîtîk de em bi wan re hemfikrin in. Herwiha di serî de Ezarbeycan em bi welatên din ên herêmê re jî hevkariyê dikin."
Serokomar Erdogan got ku di nav welatên li Asyaya Navîn de miteahîtên Tirk herî zêde li Tirkmenistanê dixebitin û diyar kir ku miteahîtên Tirk heta îro li wir bi qasî 46 milyar dolaran proje birêvebirin. Erdogan got ku di serî de Berdîmûhamedov û di nav de Tirkmen jî alîkarî û piştgirî dan miteahîtên Tirk. Erdogan ji bo vê bawerî û alîkariyê spasiyên xwe pêşkêşî Berdîmûhamedov kir.
Serokomar Erdogan û Serokdewletê Tirkmenistanê Gûrbangûlî Berdîmûhamedov berî civîna çapemeniyê, danezaneke hevpar îmzekir.
Piştre di şahidiya Serokomar Erdogan û Berdîmûhamedov de, hin peyman hatin îmzekirin.