MARDİN
Rekrorê Zanîngeha Mardîn Artûklûyê Prof. Dr. Ahmet Agirakça got ku divê li Mêrdînê fakulteya zîraetê bêçêkirin û ew ê vê daxwaza xwe ragihîne Serokwezîr Ahmet Davutoglu.
Agirakça digel Qeymeqamê Kiziltepeyê (Qoser) Erdogan Tûran Ermîş Serokê Komeleya Hawirdorhezan Menduh Çakar, ziyaret kir. Agirakça li vir axivî û got ku axa Qoserê ji bo çandiniyê misaîd e û daxwaza wî ew e ku li vir fakulteya zîraetê bê çêkirin.
Agirakça got ku ji bo Mêrdînê fakulteya zîraetê pêwîst e û wiha dewam kir:
"Em ê di dibistana bilind a werzîşê de jî hin guherîna bikin, ev jî projeya me ya duyemîn e. Niha xebatên me dewam dikin. Projeya me ya ewil ji bo fakulteya zîraetê ye. Lewra ev fakulte ji bo Kiziltepeyê girîng e, divê berê bihata çêkirin. Xeyala me ew e ku em li ser vê axa bi bereket fakulteya zîraetê damezrînin. Em ê bi alîkariya desthilatdariyê û saziyên civakî yên sivîl û bi piştevaniya walîtî û qeymeqamiyê vê fakulteya damezrînin.
Rektor Agirakça got: "Roja şemiyê Serokwezîrê me tê Mêrdînê, înşallah em ê vê daxwaza xwe ragihînin wî û em ê bêjin ku ji bo Mêrdînê fakulteya tibê jî pêwîst e. Lewra serjimara Mêrdînê milyonek e. 800 welatî hene. 150 sûriyeyî hene û nêzî 50 hezarî jî turîst tên herêmê. Ji bo vê yekê divê li Mêrdînê fakulteya tibê hebe."
Qeymeqamê Kiziltepeyê Ermîş jî got: "Bi hatina rektorê me Agirakça ev pêvajo jî dê bi lez û bez bê birêvebirin. Em ji bo alîkariyê amade ne."