Muhammet İkbal Arslan
25 Nîsan 2021•Rojanekirin: 26 Nîsan 2021
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber wefata Rustem Tatarê bavê Serokomarê Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur (KKTC) Ersîn Tatar sersaxî da wî.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya KKTCyê, Erdogan telefon kir û sersaxî da Tatar.
Erdogan got ew ji ber wefata Rustem Tatar xemgîn e, rehmetê ji bo wî dixwaze û sersaxiyê dide Serokomar Tatar û malbatê.