Ahmet Aydın
31 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan serdana gora dayika xwe Tenzîle û ya bavê xwe Ahmet Erdogan û gora xwesûya xwe Hayriye û ya xwezûrê xwe Cemal Gulbaran kir.
Erdogan piştî li Salona Werziş û Çalakiyan ya Ulkerê temaşakirina antremanên Tîma Kuran ya A Millî ku îro di Koma D ya EwroBasket 2017ê pêşbirka wan bi Rûsyayê re heye, derbasî Goristana Qerecehmedê bû.
Serokomar Erdogan li wêderê serdana gora dêwbavê xwe Tenzîle û Ahmet Erdogan û gora xwesû û xwezûrê Hayriye û Cemal Gulbaran kir.
Erdogan piştî duekirina li ser goran li derketinê cejna welatî û rojnamevanên ku li hêviyê bûni pîroz kir.
Parêzkarên Serokomar jî diyarî dan zarokan.