31 Tebax 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
ANKARA
Li Hekariyê 4 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karê Navxweyê de hat gotin ku di çarçoveya micadeleya dijî terorê de, li çolwarên gundê Ogula Hekariyê operasyon hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku di operasyonê de Abdulah Sonmezê bi kodnavê "Pîro Amed" û 3 terorîstên din yên bi kodnavê "Mordem", "Zagros" û "Cemal" hatin berterefkirin.
Hat ragihandin ku Sonmez faîlê êrîşa şehîdkirina polîsê tevgera taybet Muhammet Ali Mevlut Dundar û yê êrîşa dijî konvoya leşkerî ya li Çukurcaya Hekriyê ku 2 leşker tê de şehîd ketibûn, e.