Tirkiye

Serokomar Erdogan eyda eskeran pîroz kir

Utku Şimşek  | 11.04.2024 - Rojanekırın : 12.04.2024
Serokomar Erdogan eyda eskeran pîroz kir

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di têlefonê da Eyda Remezanê ya eskeran pîroz kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, Wezîr Yaşar Guler nimêja eydê bi Sererkan Orgneral Metîn Gurak, Fermandarê Hêza Behrê Oramîral Ercument Tatlioglu, Fermandarê Hêza Bejayê Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Ziya Cemal Kadioglu ra li Şanliurfayê di Mizgefta Mewlûda Xelîl da kir.

Piştî nimêjê Wezîr Guler eyda welatiyên mizgeftê û polêsên wezîfedar pîroz kir û bi Qedemeya Fermande ya Artêşa Tirkiyeyê ra derbasî Garnîzona Qişleyê ya Şanliurfayê bû.

Wezîr Guler û Qedemeya Artêşa Tirkiyeyê li Fermandariya Tûxaya Bizirx a 20emîn eyda eskeran pîroz kir.

Wezîrê Parastinê Guler li vê derê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra têlefon vekir û Erdogan di têlefonê da eyda eskeran pîroz kir û wiha got:

"Çi eskerên me çi Qedemeya Fermande, em ê hemû bi hev ra wekî ku me berê kiriye, ji vir û şûnda jî em ê terorîstan tune bikin înşeallah. Em wisa bawer dikin. Çi li ser sînor çi jî li derveyî sînor ev têkoşîna me wê bi heman awayî dewam bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.