ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, 9emîn Serokomarê Tirkiyeyê Suleyman Demirelê ku ev demeke nexweş e ziyaret kir û ji bo birayê wî Haci Alî Demirel ê ku wefat kir sersaxî da Demirel.
Li gor agahiyên ku li ser malpera serokomariyê hatin weşandin Erdogan, Demirel ziyaret kir.
Demirel ji Serokomar Erdogan re got tu, yekemîn serokomarê Tirkiyeyê yê ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin î, tu meseleyên welat û dinyayê ji nêz ve û bi awayekî baş dişopînî û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hewl didî "Xweda alîkarê we be."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî ji Demirel re got derbasî be, em agahiyên derbarê tenduristiya te de jî ji nêz ve teqîb dikin.
Serokomar Erdogan got ku 9emîn Serokomarê Tirkiyeyê Suleyman Demirel, di qada siyasetê de bi tecrube ye û wiha dewam kir: "Ev 12 sal bûn ku me serokwezîrî kir, niha piştî pêvajoya serokwezîriyê pêvajoya Serokomariyê dest pê kir. Înşallah Xwedê qewetê bi de me, em ê xizmeta gelê xwe bikin û em dixwazin vê xizmetê bidomînin. Em ê bi qeweta ku Xwedayê me dide me, di rêya xwe de bimeşin. Herwiha hişyariyên we jî rê nîşanî me didin."
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu û Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Fahrî Kasirga jî digel Serokomar, Demirel ziyaret kir.