ADİYAMAN
Hat ragihandin pirêya Nîssîbiya ku 610 mîtro dirêj e û di navbera Siwereka navçeya Şanlıurfayê û Kahtaya navçeya Adiyamanê de hat çêkirin ji bo rêwiyên peya vekirin.
Waliyê Adiyamanê Mahmût Demîrtaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku pire ji bo rêwiyên peya ji trafîkê re vekirin. Demirtaş ragihand ku di nava hefteyê de Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfî Elvan dê bê herêmê bi merasimeke fermî pireyê vekin.