Fırat Taşdemir
17 Gulan 2024•Rojanekirin: 21 Gulan 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan cezayê 14 hikûmxwariyên ku di nava wan da hikûmxwariyên doza 28ê Sibatê generalên berê Çevîk Bîr, Çetîn Dogan, Erol Ozkasnak, Fevzî Turkerî, Yildirim Turker, Cevat Temel Ozkaynak û Aydan Erol jî hebûn, rakir.
Biryara Serokomar Erdogana a rakirina cezayê 14 hikûmxwariyan ji ber nexweşiya daîmî û kalbûnê, di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gorî vê cezayên mayî yên hikûmxwariyên doza 28ê Sibatê generalên berê Çevîk Bîr, Çetîn Dogan, Fevzî Turkerî û korgeneralê malnişîn Yildirim Turker, koramîral malnişîn Aydan Erol, tumgeneralên malnişîn Erol Ozkasnak û Cevat Temel Ozkaynak ji ber nexweşiya daimî û kalbûnê, hat rakirin.
Ji aliyê din va cezayên Haci Suluk, Ali Eferaslan, Avni Yilmaz, Sevda Yuksel, Gulbey Sarioglu, Suleyman Tuna, Abdulhekim Yilmaz ên hikûmxwarî ji ber heman sedeman hatin efûkirin.
Cezayên mayî yên hikûmxwariyan pabend hikmê fiqreya 16emîn a madeya 104emîn a Destûra Bingehîn ji ber sedema rapora Saziya Tiba Edlî ya di çarçoveya nexweşiya daimî, seqetî û kalbûnê da hat rakirin.