Nihat Kavşut
28 Tebax 2020•Rojanekirin: 29 Tebax 2020
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Li Gîresun û gelek navçeyên wê afateke mezin çêbû. Xwedê alîkarê wan be, bibe nesîp ez ê roja duşemê li Gîresunê bim."
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî Erînceka gundê navçeya Espiyeyê ziyaret kir û daxwazên welatiyan guhdarî kir. Pakdemirlî peyra bi têlefona destan li Serokomar Erdogan geriya.
Serokomar Erdoganê bi afatzedeyan ra axivî destnîşan kir li Gîresun û gelek navçeyên wê afateke mezin çêbû û got ku Xwedê alîkarê wan be, bibe nesîp ez ê roja duşemê li Gîresunê bim.
Erdogan diyar kir wekî tê dîtin hemû wezîr û parlamenterên wan li Gîresunê ne û çi ji destê wan tê dikin û wiga got: "Wê berdewam jî bikin. Em ê berdewam bikin, lewra em ji bona we hene."
Serokomar Erdogan der barê lehiya li Gîresunê da got ku hemû mesele ew e ku bi xisareke herî kêm pirsgirêkên welatiyên me bên çareserkirin û wiha dewam kir: "Çawa di hemû erdhejan da em li cem welatiyên xwe bûn û demildest me derdên wan derman kir, bi heman awayî li Gîresunê jî li hemû navçe û gundan em ê li cem hemşehrî û xwîşk û birayên xwe yên ji Gîresunê bin. Bira fikar û gumana tu kesî tunebe."