Abdullah Tel
28 Tebax 2020•Rojanekirin: 29 Tebax 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan rawestgeheke texsiyê ya li Uskudarê ziyaret kir.
Serokomar Erdogan nimêja înê li Mizgefta Çamlicayê ya Mezin eda kir û ji bo derbasî Qesra Wehdeddîn a li Uskudarê ye bibe derket rê û di wesayîtê da jî ji ser têlefonê bi Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemirliyê lê geriya ra xeber da.
Serokomar Erdogan wesayîta xwe li texma rawestgeha texsiyê ya Uskudar Natoyê da sekinandin, ji wesayîtê peya bû û çû rawestgehê.
Li vê derê Serokomar bi welatiyan ra sohbet kir, çay vexwar û welatiyan ji bo bîranînê pê ra wêne kişand.