Nihat Kavşut
16 Hezîran 2017•Rojanekirin: 16 Hezîran 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê û Şêx Temîm bîn Hamed Al Saniyê Emirê Qeterê ra bi rêya telekonferansê qeyrana di navbera dewletên kendavê û Qeterê da gotûbêj kir.
Serokomar Erdogan di gotûbêja bi rêya telekonferansê da hewldan û pêwendiyên serokan yên ji bo çareserkirina qeyranê nirxand û destnîşan kir divê li herêmê demildest tansiyon dakeve.