Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan û Serokê Bankeya Navendî Erdem Başçi re hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokomariyê hat dayîn, hevdîtin li Qesra Serokomariyê hat kirin û ji serşêwirmendên Serokomariyê Yîgît Bulut û Cemîl Ertem jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di hevdîtinê de li ser geşedanên piyasaya gerdûnî û bandora van geşedanan sekinîn û wiha hat gotin:
"Di hevdîtinê de li ser aboriya Tirkiyeyê sekinîn ku bingeha aboriyê saxlem e. Her wiha li ser polîtîkayên ji bo hedefên pêşdeçûnê sekinîn û li ser xesasiyetên Birêz Serokomarê me yên faîzê sekinîn.
Divê di çarçoveya hedefên Tirkiyeyê yên 2023yan de îstiqrar û pêbawerî were parastin. Pêvajo ji aliyê hemû yekeyên aboriyê ve tê şopandin, tevdîr tên dîtin."