LONDON / MUNÎH
Di pêşbirka tura duyemîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Parîs St Germaîn bi Chelseayê re hat hemberî hev.
Di pêşbirka ewil de her du tîm jî 1 û 1 beramber mabûn, pêşbirka rovanşê jî li stada Stamford Brîdgeyê ya Chelseayê hat kirin.
Dema asayî ya pêşbirkê bi beramberî qediya û ji ber vê jî qewlê wê hat zêdekirin lê di vê demê de jî beramberî neguherî û pêşbirk 2 û 2 beramberî bi dawî bû. Bi avantaja golên ku li deplasmanê hatin avêtin ve Parîs St Germaîn derket fînala çaryek.
Di deqîqeya 81an de Cahîll û di deqîqeya 96an de jî Hazard golên Chelseayê avêtin, golên Parîs St Germaînê jî di deqîqeya 86an de Davîd Luîz û di nîva duyemîn a dirêjkirinê de jî Sîlva avêt. Di pêşbirkê de ji bilî van tu gol nehat avêtin û bi saya avantaja golên ku li deplasmanê hatin avêtin ve Parîs St Germaîn deket fînala çaryekê.
Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de pêşbirkeke tura duyemîn a din jî di navbera Bayern Munîh û Shakhtar Donetskê de hat lîstin.
Pêşbirka ewil a di navbera her du tîman de 0 û 0 bi beramberî qediyabû û di pêşbirka rovanşê de Bayern Munîha ku dijberê xwe li mala xwe ezimand, 7 û 0 bi ser ket û xwe di fînala çaryek de bi cih kir.
Golên Bayern Munîhê Thomas Muller (2), Jerome Boateng, Franck Rîbery, Holger Badstuber, Robert Lewandowskî û Marîo Gotze avêtin û tîma xwe derxistin fînala çaryekê.