Kaan Bozdoğan
08 Adar 2024•Rojanekirin: 08 Adar 2024
Hat eşkerekirin ku Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy ji bo ziyareta fermî bê Tirkiyeyê.
Di parvekirina ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya ziyaretê da dê şerê Ukrayna-Rûsyayê, Peymana Korîdora Dexlê, mijarên li herêmê aştiya mayînde bi berfirehî bên guftûgokirin.
Hat ragihandin ku dê di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û mêvanê wî Zelenkiy da têkiliyên Tirkiye û Ukraynayê jî bên axaftin.