Gökhan Yılmaz
12 Îlon 2024•Rojanekirin: 14 Îlon 2024
Rêhewaya Tirk (THY) daxuyand, di navbera Sidneya bajarê herî mezin ê Awistralyayê û Stenbolê da seferên çûyîn û hatina balafiran wê di 4ê Berfanbarê da dest pê bikin.
Li gor daxuyaniya ku ji Mişawirtiya Çapemeniyê ya THYê hat dayîn, ji 4ê Berfanbarê pê va di navbera Stenbol û Sidneyê da sefer wê dest pê bikin, sefer wê di hefteyê da 4 rojan bi balafirên tîpa Airbus A350-900î werin kirin û balafir wê pêşiyê herin Kuala Lumpurê paşê berê xwe bidin Stenbol an jî Sidneyê.