İbrahim Atmaca
26 Adar 2020•Rojanekirin: 27 Adar 2020
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê duh êvarê berfê dest pê kir û bi navber barî û jiyan kir tengasiyê.
Li navçeyê du roj in bi navber berf dibare û qalindahiya berfê li deverên bilind nêzî mêtrokî ye. Navçe bi berfê spî çîl bû û dar, ber û wesayît di binê berfê da man.
Hin welatiyan berfa pêşiya mal û kargehên xwe avêt, ekîbên şaredariyê jî berfa kuçe û kolanan verot.
Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da derketina derva ya kesên ku emrê wan 65 û ser 65an ra ye hat qedexekirin. Ji welatiyên Hîkmet Yavuz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, bi barîna berfê ra wî jî berfa hewşa xwe avêt û dema xwe derbas kir.
Yavuz wiha axivî: "Divê her kes guh bide tevdîran. Wexta ku pêdiviya min çêdibe, ez bi cînaran didim kirîn. Ez niha berfa hewşa xwe diavêjim û di nav baxçe da digerim. Divê em vî karî hildin cidiyê. Înşeallah dawî wê baş bibe."
Heywanên kovî yên siruştê û çivîk li ser eraziyên ku di binê berfê da man, xwarinê digerin.