ANKARA
Endamê Hîndekariyê ya Fakulteya Balafir û Zanistên Fezayê ya Zanîngeha Teknîk a Stenbolê Prof. Dr. Mîqdat Kadioglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got her sal bandora neyînî ya guherîna avhewayê zêde dibe.
Kadioglu diyar kir ku asta germahiya kurewî pir zêde bûye û wiha dewam kir: "Heke ku bi germahiyê re berf û baran jî zêde bibe pirsgirêk tuneye. Lêbelê baran hew dê li herêma Behra Reş zêde bibe. Herêma Egeyê, Behra Spî î Anadoluya Navîn dê biqele."
Kadioglu bal kişand ku li gelek deverên Tirkiyeyê di 2014an de ziwayî tê hêvîkirin û wiha pê de çû:
"Bêguman berfê bibare, lê têrê nake. Barana ku di meha çileya pêşîn de li Stenbol û Enqereyê barî ji bo bendavan gelekî baş bû, lê bi taybetî ji Anadoluyê re berf lazim e. Ji 1ê cotmehê vir de hewa ziwa ye. Di sala 2014an de rêjeya berf û baranê dê ji sedî 25 û 50 kêm bibe. Ev jî tê vê wateyê ku li Tirkiyeyê ziwayî dê çêbibe. Hal ev e ku herî zêde berf û baran di mehên îlon, cotmeh, çiriya paşîn û çileya pêşîn de dibare. Lêbelê ji van sê mehan mehek bi ziwahî derbas bû, ev jî dibe sedema fikaran."