09 Mijdar 2019•Rojanekirin: 10 Mijdar 2019
Rêya bejayê ya ku di navbera Deriyê Sînor ê Çiqlê Zeytûnê yê ber bi Efrîna herêma Sûriyeyê vedibe û Cindiresa bajaroka Efrînê da hat çêkirin, qediye.
Li Efrîna herêma Sûriyeyê ku bi Herekata Çiqlê Zeytûnê va ji terorê hat rizgarkirin ji bo geşkirina bazirganî û jiyana rojane bi kordînasyona Walîtiya Hatayê va kar û xebat didomin.
Di vê çarçoveyê da ew Deriyê Sînor ê Çiqlê Zeytûnê yê li Kumluya navçeya Hatayê ku ber bi alî Efrînê va vedibe demek berê dest bi xizmetê kiribû û rêya di navbera wir û Cindiresê da dihat çêkirin jî temam bû.
Ji hêla Midûriya Herêma 5emîn a Mêrsînê ya Rêbejan va ew rêya bi qîr a 10 kîlometre ku ev nêzî 8 mehane çêkirina wê dewam dikir êdî ji çûn û hatinê ra hat vekirin.
Serokê Meclisa Herêmî ya Cindiresê Sûbî Riziq daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rêya berê ji ber çal û kortan û lêxwedîderneketinê nayê bikaranîn û wiha pê da çû: "Rêya berê teng bû û xaçereyên wê zêde bûn û di nav du gundan da jî derbas dibû. Lê rêya nû di wan deran da naçe û rasterast diçe Cindiresê. Di heman demê da çêkirina deriyê gumrukê yê ku li alî Sûriyeyê tê çêkirin jî dewam dike. Bi saya vî deriyê hanê wê têkiliyên me yên di qada bazirganiyê da gelek baş bin. Em ji Tirkiyeyê ra spas dikin."