10 Mijdar 2019•Rojanekirin: 11 Mijdar 2019
Li herêma Çiyayê Cudiyê ya çolwarê Silopiya navçeya Şirnexê di operasyona ku Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Serokatiya MÎTê bi piştgiriya asîmanî kir da 6 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da li herêma Çiyayê Cudiyê ya çolwarê Silopiya navçeya Şirnexê Fermandariya Cendirmeyana Bajêr û Serokatiya Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) operasyon kir. Di operasyona ku ji asîmanan piştgirî danê da 6 terorîst bi çekên xwe ra hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li herêmê operasyon didomin.