Elif Orhan
10 Mijdar 2019•Rojanekirin: 11 Mijdar 2019
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê di malekê da 217 dûpişk hatin dîtin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin ekîbên Buroya Asayîşê ya Midîriya Ewlehiyê ya Qiziltepeyê ji bo girtina kesên lê digeriyan li maleke li Taxa Yenîkentê lêgerîn kir.
Ekîbên polêsan daketin qata bodrimê ya mala H.Ç û wir di nav qutiyên zelal da 217 dûpişkên sax dîtin. Dûpişk hildan bin parastinê û pêşî teslîmê peywirdarên Zabiteyê yên Şaredariya Qiziltepeyê paşê jî teslîmê Midûriya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayî-Serokatiya Daîreya Jiyana Kovî kirin.
Der heqê H.Ç da miameleyên qanûnî dan destpêkirin.