Ahmet Aydın
30 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
KERKÛK
Li Iraqê piştî destpêkirina asta duyem a operasyona rizgarkirina Hewîceyê ji destê DEAŞê di 24 seatê dawîn de 3 hezar û 500 kesî xwe spartin herêmên ewledar ên Kerkûkê.
Operasyona ku artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge bi mebesta rizgarkirina Hewîceya navçeya Kerkûkê bi hevkarî bi rêve dibin kete asta duyem. Herwiha reva sivîlan ber bi herêmên ewledar ve didome.
Rêveberê Daîreya Koç û Koçberan a Kerkûkê Emar Sebah di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de got, "Piştî destpêkirina asta duyem a operasyona rizgarkirina Hewîceyê ji destê DEAŞê di 24 seatê dawîn de 3 hezar û 500 kesî xwe spartin herêmên ewledar ên Kerkûkê."
Sebah destnîşan kir ku koçber gihîştin navçeyên Dakûk û Dibis û devera Mela Ebdullahê yên dibin kontrola pêşmerge de.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêr ragihandibû ku operasyona rizgarkirina Hewîceya navçeya Kerkûkê kete asta duyem.