Haydar Şahin
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 24 Nîsan 2019
Reşgula li dinyayê bi tenê li Şanliurfayê hêşin dibe, reng û bêhna xwe ya taybet ji axa lê derdikeve hildide bi hatina biharê kûlîlk vekir.
Bendava Bîracikê hat çêkirin ji ber vê ekolojiya herêmê guherî û hilberîna reşgula bi rengê xwe yê taybet va bala turîstên xwecî û biyanî dikişîne kêm bû.

Li Xelfetiya ku Cittaslowa Komîteya Kordinasyona Navneteweyî di sala 2013an da tevlî tora "bajarên aram" kiribû û bi sazîbûna xwe ya dîrokî ya mîstîk û tebîeta xwe va bala turîstên xwecî û biyanî dikişîne ji bo reşgul zêde hêşin bikin dest bi xebatan kirin.
Ji bo ku ziyaretvan bibînin bi taybetî li seraya li rexê çêm û gelek ciyên navçeyê şitlên reşgulê datînin û ev jî bala ziyaretvanan dikişîne.

Reşgul di heman demê da di çêkirina reçel, loqim, parfum, çîkolate, sabûn, krem hwd. da jî tê bikaranîn. Ziyaretvanên tên navçeyê dikarin amûrên ku ji reşgula li seraya peravê tên çêkirin bikirin û bibin malên xwe.

Şeref Albayrakê Şaredarê Xelfetiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gulên reş ên li dinyayê bi tenê li Xelfetiyê hêşin dibin û di têlevîzyon û pirtûkan da dibin mijar di bihar û payîzê da kûlîlkên reş vedikin û wiha pê da çû: "Di biharê da reşgulan kûlîlk vekir. Em ji bo vê şa dibin. Lewra di vê heyamê da qerebalixiya ziyaretvanan çêdibe û ziyaretvan dixwazin reşgulan bibînin. Navê vê kûlîlkê êdî li dervayê welêt jî tê zanîn. Em jî dixwazin ku bi saya vê kûlîlkê gelek kesan bînin ziyareta herêmê."

Nîhat Ozdalê Serokê Konseya Navçeyê ya Xelfetiyê jî bal kişand ku reşgul tevkariyeke girîng dide turîzma navçeyê, dema biharê kûlîlk vedike rûyê kesên karê turîzmê dikin dikene.